Das Theater fällt aus
auf kurdisch
Eyşe Şan, yek ji dengbêja jin a navdartirîn e di nava kurdan de. Di 1938 de wek keça dengbêjekî tê li dinyayê û di 1996an de jiber şêrpenceyê diçe ber dilovanîya xwe.
Eyşe Şan, wek jinekê û wek muzîkjenekê heta mirina xwe him rûbirûyî li paşverûya civakî, hişmendîya mêranîyê, durûtîyê, bêxêrîyê, derewînîyê, tacîzîyê, sextekarîyê, dîgerkirinîyê, qedexekirina zimanê, sansûrîyê û dizîya hunerîyê maye û him jî li hember hemûyan liberxwe daye. Jîyana wê çîrokeke berxwedanê ye di nava ewqas êş zordariyê de. Heta mirina xwe bi tenê liberxwe daye û di nav tenêtîyê de jî xwe berdaye nav hembêza mirinê.
Ev şanoya vebêjîyê ku rêzgirtinek e liber jîyan û hunera Eyşe Şan, xwe spartîye jînenîgarîya wê, lê bi honandineke xeyalî ve hatîye nivîsandin.
Nivîskar & Konsept: Mîrza Metîn
Vebêj: Berfîn Zenderlîoğlu
Ronahî: Erhan Demir
Cil û Berg: Hilal Polat
Asîstan: Doğa Kahvecioğlu